ÎranNûçeRojhilatanavin

Xutbeyên nimêja îniyê ya Têhranê

Xetîbê nimêja îniyê ya Têhranê got: Ji ber hişmendiya misilmanan û bi taybet xelkê Filistînê, hewldana dijminên Îslamê ji bo ji bîrbûna mesela Filistînê û Qudsa Şerîf, dê tu caran serê xwe negire.

Ayetullah Ehmed Xatemî, li xutbeyên vê heftiyê yên nimêja îniyê ya Têhranê, qedrê beşdariya hemasî û bi coş a xelkê Îranê li xwenîşanda roja cîhanî ya Qudsê, destnîşan kir: Roja cîhanî ya Qudsê, pêngaveke mezin a dijî kedxweriyê û dijminayetiya siyonîstan li hemberî Îslamê ye.

Xetîbê nimêja îniyê ya Têhranê, umeta Îslamê, umeteka yekgirtî û yekperçe wesif kir û herwiha got: Misilmanên cîhanê, heya ku xelkê Filistînê ji bin lepên Rejîma Siyonîst derneketine, wê aram nebin û nehesin.

Xetîbê nimêja îniyê yaTêhranê, bal kişand ser vê yekê ku gelê Filistînê eva nêzî 70 salan e ku di zîndana Rejîma Siyonîst da ne û destnîşan kir: Welatên rojavayî û bi taybet Amerîka, bona xalifandina raya giştî ji ser mijara Filistînê, DAIŞ xistine meydanê, lê vê yekê nizanin ku umeta Îslamê, qet nahêle ku mesela Filistînê, ji bîr bibe.

Ayetullah Xatemî, bal kişand ser vê yekê ku Filistîn, dê her wekî berê meseleyeke navneteweyî – îslamî bimîne û wê bi tenê nebe meseleyeke erebî û destnîşan kir: Her ji ber vê yekê, xwenîşandana roja cîhanî ya Qudsê, her salê bi coştir tê li darxistin.

Xetîbê nimêja îniyê ya Têhranê, destnîşan kir: Amerîka li halekê îdia dike ku piştgirê mafên mirovan e û dirûşmeya şerrê dijî terorîsmê dide ku li pêşengê piştgirên sereke yên terorîsmê ye û li hember cinayetên Îsraîlê yên li Filistînê, tu bertekekê nîşan nade. Ayetullah Xatemî, mixabiniya xwe ya bona operasyona terorîstî ya li Stenbola Tirkiyê diyar kir û sedema wê, piştgiriyên dewleta vî welatî ji koma terorîst a DAIŞ`ê da zanîn û got: Komara Îslamiya Îranê, bi caran hişyarî dabû welatên piştgirên DAIŞ`ê ku cinayetên DAIŞ`ê wê pêsîra wan jî bigire.

Xetîbê nimêja îniyê ya Têhranê, li bara kiryara Erebistanê ya ku nehêla tewafkirên îranî, li rê û resma heca îsal beşdar bibin, got: Ev welata hêjatiya wê ya ji bo bi rêvebirina heremên pîroz tine, divê rê û resma hecê, ji bin desthilatdariya Alê Siûd, azad bibe. Ayetullah Xatemî, herwiha dewama serkutkirinên Rejîma Alê Xelîfe yên dijî xelkê Behrêynê û îbtalkirina mafê welatîbûnê ji rûhaniyên vî welatî, şermezar kir.

Ayetullah Xatemî, ji bilî ku rêz li heftiya dezgeha dadweriyê û şehîdên terora Hezîrana sala 1981`an girt, herwiha got: Bombedanîn û teqandina nivîsgeha navendî ya Partya Komara Îslamî û şehîdkirina ayetullah Bihêştî û 72 endamên vê partiyê, piştgiriya ji bombebarana kîmyayî ya Serdeştê ji aliyê Rejîma Beis a Iraqê li Hezîrana 1987`an û avêtina mûşekê ber bi balafira rêwîhilgir a a Îranê ji aliyê gemiya cengî ya amerîkî ve, ji cinaetên terorîstî yên dijî Îranê bi rêveberiya Amerîkayê bûn ku gelê Îranê, wê qet wê yekê ji bîr neke. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu