NûçeRojhilatanavin

Xutbeyên nimêja îniyê ya Têhranê

Xetîbê nimêja îniyê ya Têhranê got: Amadebûna hertimî ya xelkê li warên cûrbicûr û iqtidara leşkeriya hêzên çekdar ên Komara Islamî ya Îranê bûye sebeb ku dijminên Îranê newêrin destdirêjiyê bikin.

Pêşnimêjê nimêja îniyê ya Têranê, ayetullah Mihemed Imamî Kaşanî bal kişande ser nigeraniya hêzxurtên cîhanê ji ceribandina mûşekî ya Îranê û destnîşan kir: Hêzên çekdar ji wan hêza deryayî dê her xebatekê ji bo dabînkirina ewlehiya Komara Islamî ya Îranê bike.

Xetîbê nimêja îniyê ya Têhranê, pergala Komara Islamî ya Îranê mînakek ji bo gişt welatên cîhanê da zanîn û got: Hin welat tenê li dû mêtingerî û behrewergirtina ji gelê xwe yan gelên din in, lê hikûmeta islamî ya Îranê tenê li dû dabînkirina maf û berjewendiyên gelê xwe ye.

Pêşnimêja demkî yê nimêja îniyê ya Têhranê tevî pêgiriya li ser viya ku Komara Islamî ya Îranê dê gefek li dijî tu welatekî din nebe, her viha got: Cîhan bi viya hesiyaye ku gelê Îranê miletekî aştîxwaz e û naxwaze ku destdirêjiya li ser tu gel û welatî bike.

Ayetullah Imamî Kaşanî her viha amajeyî beşdariya bicoş û berfireh a gelê Îranê li hilbijartina 26`ê sibata 2016`an a meclisa şêwra islamî û Civata Şarezayên Rêbertiyê kir û got: Beşdariya zêdetir ji sedî 60`ê xelkê li hilbijartina vê dawiyê bersiveke tund li hemberî komplo û gefên dijminên Inqilaba Islamî bû.

Pêşnimêjê demkî yê nimêja îniyê ya Têhranê sozdariya li bara mafên xelkê û hewildanan ji bo geşepêdana aborî û handana sê saziyên dewlet, dadwerî û qanûndariştinê ji bo çareserkirina pirsgirêkên civatê ji taybetmendiyên berbiçav ên hikûmeta islamî da zanîn û her viha got: Hikûmeta Komara Islamî ya Îranê pêkhatî ji pênaseya islamê û hebûna wilayeta feqîh e.

Gotarbêjê nimêja îniyê ya Têhranê amajeyî guhertinên navçeyê û hebûna şer û pevçûnan li hinek ji welatên Rojhilata Navînê kir û destnîşan kir: Komara Islamî ya Îranê li dû çareserkirina pirsgirêk û nakokiyên navçeyê ji riya gotûbêjên siyasî ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu