IraqNûçeRojhilatanavin
Xwekujiya hevjîna miftiyê DAIŞê û sê zarokên wê li Til Efera Iraqê

Çavkaniyên nûçan li bara xwekujiya hevjîna miftiyê grûpa terorîstî ya DAIŞê û sê zarokên wê li derdora bajarê Til Eferê li rojav a bajarê Mûsilê û revîna vî miftiyê agahî dan.
Li gorî rapora roja duşemiyê ya Fars News`ê, rojnama iraqî ya El-Sebahê nivîsî: Li gorî lêzanînên ku hatine ber destan, hevjîna miftiyê DAIŞ`ê li Til Eferê tev sê zarokên xwe li mala xwe xwe kuştine. Li vê kiryarê hevjîna miftiyê DAIŞ`ê agir berdaye xwe û zarokên xwe.
Li gorî rapora rojnama El-Sebaha Iraqê, hegera vê xwekujiyê hîn kivş nîne lê miftiyê DAIŞ`ê jî ku carnan li yek ji mizgevtan xwe nîşan dida, xwe veşartiye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)