ÎranNûçeRojhilatanavin

Xwenîşandana 13`ê Abanê li seranserê welêt hate li darxistin

Îro li seranserê Îrana Îslamî, bona rêzgirtina ji roja 13`ê Abanê, meş û rêpîvan tên li darxistin.

Pêncşemiyê 13`ê Abanê, roja sîmbola berxwedan û serketina gelê Îranê li hemberî îstikbar û zorbêjiya cîhanî ye. Li vê rojê sê bûyerên girîng ên li sê demên hestyar ên dîroka Înqilaba Îslamî ya Îranê li pêvajoya sekinîna li hember îstikbar û zorbêjiya cîhanî, dikeve bîra mirov. Salvegera sirgûnbûna Îmama Xumêynî (re) bo Tirkiyê, qirkirina xwendevanan bi destê Rejîma Pehlevî û meşyala îngilabî ya dagîrkirina hêlîna sîxuriyê ya Amerîkayê li Têhranê bi destê xwendekarên peyrewê xeta Îmam, her yek xaleka girîng a li pêvajoya şerrê dijî zorbêjiyê ya gelê Îranê ye.

Hevgavbûna van sê bûyerên dîrokî li sê demên curbicur bû sedem ku 13`ê Abanê li rojhejmêra dîroka Înqilaba Îslamiya Îranê, wekî roja neteweyî ya sekinîna li hember îstikbar û zorbêjiya cîhanî, were bi navkirin.

Her ji ber vê yekê, partî, civat û pêkhateyên siyasî, bi weşandina daxuyaniyên cida ji hev, xelkê vexwendin ku bi avayekî çalak û pircoş li rêpîvana 13`ê Abanê beşdar bibin.

Li beşek ji vê vexwendinê hatiye: Bûyerên bi bandor ên 13`ê Abanê li sê demên taybet, nîşan dide ku gelê Îranê xwediyê cureyên cida yên dîroka dijî amerîkayê û şerrê dijî zorbêjiyê ye, girîngiya stratêjîk û dîroksaz ê vê mesela mezin nîşan dide.

Meşa mezin a xwendekarên zanîngehên Têhranê jî wê îro hevgavê roja neteweyî ya şerrê dijî zorbêjiyê, ji ber zanîngeha Emîrkebîrê ve dest pê bibe û xwendekar wê ber bi hêlîna sîxuriya Amerîkayê ya berê ve, bimeşin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu