ÎranNûçeRojhilatanavin

Larîcanî: “Kokbirkirina têrorîsmê hewcedara hewildana komkî ya civata navneteweyî ye“

Serokê Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê tevî şermezarkirina êrîşa têrorîstî li Misrê, destnîşan kir: “Kokbirkirina cûreyên têrorîsmê hewcedara hewildana komkî ya civata navneteweyî û hevkariya tevahiya welatan ji bo sekinîna ciddî li hemberî serçaviya fikrî û piştgirên komên cinayetkar û tekfîrî ye“.

Ji ber teqîna bombeyê û gullereşandina li rêûrisma nimêja Îniyê li mizgefteka gundê Rewzeyê li rojhilata Bêi`r El Ebdê li bakurê Sînaya Misrê, herîkêm 235 kes hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûn. Heta niha tu komekê berpirsiyariya vê êrîşê negirtiye ustiyê xwe.

Serokê Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê, Elî Larîcanî roja Îniyê li peyamekê bo serokê parlimana Misrê, Elî Evdiladil Seyd Ehmed, êrîşa têrorîstî ya li ser mizgefta Erîşa Misrê şermezar kir.

Serokê Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê her wiha ji ber gorîbûna hejmareka zêde ya nimêjkerên misilman ên misrî, sersaxî da parliman, dewlet û miletê Misrê û ji bo malbatên goriyên êrîşa têrorîstî li parêzgeha Sînaya Bakur a Misrê, hêviya sebr û hedar û aramiyê kir.

Başa dön tuşu