CîhanEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Berteka ewrûpiyan li hemberî gotinên dijî Îranê yên Trump

Welatên Ingilîz, Fransa, Alman û berpirsa siyaseta derve ya Yeketiya Ewrûpa û medyayên rûsî li xebatekî lezgîn li hemberî gotinên dijî Îranî yên serokomarê Amerîka bertek nîşan dan.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Welatên Ingilîz, Fransa û Alman li daxûyaniya xwe ya înê şevê ser pêbendiya xwe li rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 sekinîn û ji hemû aliyên gotûbêjê xwestin vê rêketinê bi tamî cih bînin û ragihandin ku ev rêketina hevrê ye digel ewlehiya netewî ya van welatan.

Theresa May (Têrêza Mey), serokwezîra Brîtanyayê,Engêla Mêrkêla serokwezîra Almanyayê û  Emmanuel Mecron serokkomarê Fransayê saetek piştî gotinên dijî îranî yên serokkomarê Amerîka li daxûyaniyeke hevpar piştevaniya xwe ji rêketina navokî ragihandin.

Li vê daxûyaniyê hatiye: Rêketina navokî xala werçerxan a 13 sal dîplomasî û pêngavek mezin li zimanetkirina aşitî û ewlehiya cîhanê ye.

Fedrîka Mogerînî berpirsa siyaseta derve ya Yeketiya Ewrûpa jî li bara gotinên Trump yên li bara rêketina navokî ragihand: Rêketina navokî, rêketineke du alî nîne û tenê yê welatekê bi tenê jî nîne û tu aliyek nikare ji vê rêketinê binpê bike.

Mogerînî destnîşan kir: Rêketina navokî, rêketineke çend aliye ku biryarnama 2231 a Konseya Ewlehiya Rêxistina Netewên Yekgirtî li bara vê rêketinê hatiye derketin û zimanet dike, xebatên Îranê yên navokî tenê bo hedef û armancên aşitîxwazane tê domandin.

Berpirsa siyaseta derve ya Yeketiya Ewrûpa destnîşan kir: Yeketiya Ewrûpa li kêlega civata cîhanî xwe wezîfedar dizane vê rêketinê berçav bigire û ew jî bona qazanca hemû aliyan û bitaybet Îranê pêwîst e.

Herwisa medyayên rûsî jî li hemberî gotinên Trump yên dijî Komara îslamî ya Îranê û rêketina navokî bertek nîşan dan û nivîsîn: Serokkomarê Amerîka ji nav rêketina navokî ya Îranê tev grûpa 5+1 der neket.

Koşka Sipî,duh îniyê piştî helahelaya mêdyayî ya çend hefteyî, naveroka stratejiya nû ya dewleta Amerîkayê ya jibo sekinîna li hember Komara Îslamiya Îranê weşand.

Dewleta Amerîkayê naveroka stratejiya xwe ya nû û giştalî ya dijî Îranê bi mêhwerên girankirina çavdêriya li ser Lihevkirina Navokî, lêgerîna li navendên leşkerî û zêdekirina zexta ser Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamiya Îranê weşand.

Ev îdiaya Amerîkayê li halekî ye ku Amerîka û hevgirtiyên wê yên ereb û rojavayî, li gorî rapor û belgeyên heyî, piştgirên herî cidî yên pêkhatin û xurtkirina komên terorîst ên wek DAIŞ`ê bi taybet li Sûriyê tên hesêb.

Li stratejiya nû ya Amerîkayê li pişka têkildarî Lihevkirina Navokî, bêyî raberkirina tu belgeyekê hatiye îdiakirin ku çalakiyên Îranê berovajî armancên vê lihevkirinê bûne .

Eva li halekî ye ku Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA), pêbendiya Îranê ya li ser sozên xwe yên di çarçova Lihevkirina Navokî de, li heşt raporên fermî piştrast kirîye û zext û daxwazên Amerîkayê yên jibo seredana lêgeran bo navendên leşkerî yên Îranê red kiriye û ew pêwîst nezaniye.

Trump serokkomarê Amerîka li gotinên neberaqil û tijî kerb û kîn dijî Îranê , carek din Têhran tawanbar kir ku Rohê rêketinê îcra nekiriye.

Wî got: Rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 rêketina herî nebaş di dîroka Amerîka ye û her wextekî ku ew bixwaze ji nav vê rêketinê derdikeve.

Komara Îslamiya Îranê hertim bi redkirina van îdiayên dubarekirî û bêbingeh ên Amerîkayê, pêgîrî kiriye ku li hember sênaryoyên dijî îranî yên Waşîngtonê, bijareyên wê yên curbicur hene ku wê li gorî rewşê wan bi kar bîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu