BehreynNûçeRojhilatanavin

Xwenîşandana behreyniyan jibo protestokirina sefera serokwezîra Brîtanyayê

Hevgavê sefera serokwezîra Brîtanyayê bo Behreynê xelkê vî welatî hêrsbûn û nerazîbûna xwe li hember bêdengiya Londonê li hember kiryarên serkutkirane yên Rejîma Alê Xelîfe nîşan dan.

 Xelkê gundê Sitrê derketin kolan û çarsiyan û alaya Brîtanyayê pêpes kirin û piştgiriya Londonê ji Rejîma  Alê Xelîfê şermezar kirin.

Piştî vê xwenîşandanê hin pevçûn navbera neraziyan û hêzên  Rejîma Alê Xelîfe qewimîn.

Hêzên Alê Xelîfe jibo serkutkirina neraziyan gaza hêsirrêj  reşandin.

Trêza Mî, serokwezîra Brîtanyayê, roja duşemiyê jibo hehvdîtian tev rêberên konseya  hevkariya Kendava Farsê gihêşt Menamê.

Erebistana Siûdî, Kuweyt, Îmarat, Qeter, Behreyn û Uman ji endamên vê konseyê ne. Trêza Mî, dema gihêşt  Behreynê, ji aliyê Xelîfe Bin Selman Alê Xelîfe, paşayê Behreynê ve, hat pêşewazîkirin.

Serokwezîra Brîtanyayê beriay sefera bo Behreynê serkutkirina neraziyan ji aliyê Alê Xelîfe, şermezar nekiribû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu