NûçeRojhilatanavinSûriye

Fermandetîya gişt artêşê û hêzên çekdar ên Sûrîyê: Bi dehan gund û bajêrok azad bûn

Fermandetîya gişt artêşê û hêzên çekdar ên Sûrîyê li daxûyanîyekê ragihand: Bi azadkirina bi dehan gund û bajêrokan di encama opêrasyona duh a yekîneyên artêşa vî welatî û hêzên hevpeyman li parêzgehên Heleb, Hema û Idlibê, hebûna koma têrorîst a DAIŞ`ê li deverên bakûr û bakûra rojavaya vî welatî bi dawî hatîyr.

Artêşa Sûrîyê ragihand: Di encama vê opêrasyonê de gellek têrorîst ku pirranî bîyanî bûn hatin kuştinê û bi dehan tank, zêrêhpûş, panzêr û çek û rext hatin bidestxistin.

Li dewama vê daxûyanîyê hatîye: Yekîneyên endazyarîyê mijûlê pûçkirina mîn û bombeyên ku li deverê hatine bicihkirinê ne.

Fermandetîya artêşa Sûrîyê pêgirî kir: Girîngîya istiratêjîk a vê serketinê jinavbirina koma têrorîst a DAIŞ`ê li parêzgehên Hema û Helebê û kuştina pirranîya têrorîstên Tehrîr ul Şamê li başûra parêzgeha Helebê ye ku ewlehîya çend rêyên têkilîya parêzgehên hanê heta sînorên Iraqê dabîn dike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu