IraqNûçeRojhilatanavin

Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê pesna rola girîng a ayetullah Sîstanî da û spas kir

Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê pesna rola girîng a ayetullah Sîstanî merceyê derecebilind ê şîeyên vî welatî li pêvajoya opêrasiyona azadkirina Mûsilê ji bin dagirkeriya koma têrorîst a DAIŞ`ê da.

Nivîsgeha peywendiyên giştî ya serokwezîrtiya Iraqê bi daxûyaniyekê ragihand: Heyder Ebadî berêvariya roja îniyê tevî sipasiya ji rola girîng û kêrhatî ya ayetullah Sîstanî li warê cihanîna opêrasiyona rizgarkirina bajrê Mûsilê, destnîşan kir: Vexwendina ayetullah Sîstanî ya gelê Iraqê ji bo rakirina çekan li hemberî têrorîstên tekfîrî welat ji destê wan rizgar kir.

Li gorî vê daxûyaniyê, Heyder Ebadî got: Helwêsta dîrokî ya merceyê derecebilind li warê berevaniya ji welat û gelê Iraqê û eva ku bi fitwaya xwe berevaniya ji welat û şûnewarên pîroz ên welêt wek Wacibeke Kefayî ji welatiyên iraqî ra da zanîn, Iraq ji bin dagirkeriya têrorîstên DAIŞ`ê filitand.

Piştî dagirkirina bajarê Mûsilê di 10`ê Hezîrana 2014`an da ji aliyê DAIŞ`ê û hewildana vê koma têrorîst ji bo dagirkirina deverên din ên Iraqê, ayetullah Sîstanî bi dayîna fitwayekê, şerrê dijî têrorîstan wek Wacibeke Kefayî da zanîn û ji hemî welatiyên iraqî xwest ku çekan rakin û herin şerrê têrorîstan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu