BehreynNûçeRojhilatanavin

Xwenîşandana berfire ya xelkê Behrêynê bi nîşana piştgirîya ji Şêx Îsa Qasim

Çavkanîyên behrêynî ragihandin ku xwenîşandaneke berfire ya gelanî ji bo piştgirîya ji Şêx Îsa Qasim li Menameya paytexta vî welatî hat lidarxistin.

Li gorî rapora çavkanîyên behrêynî, pişkdarên vê xwenîşandanê ku li Menamê hat lidarxistin, pêgirî li ser piştgirîya tam ji vî melayê navdar ê behrêynî ku niha tê dermankirinê, kirin.

Gelê Behrêynê herwiha pêgirî li ser piştgirîya ji têkoşerên ku niha di zîndanên rêjîma hikimdar li vî welatî de ne, kirin.

Şêx Îsa Qasim melayê navdar ê şîeyên Behrêynê, piştî dorpêça du salan a mala wî ji hêla hêzên ewlehîyê yên rêjîma vî welatî ve, di 9`ê Tîrmehê de karî ji malê derkeve û ji bo dermankirinê here Londonê.

Başa dön tuşu