ÎranNûçeRojhilatanavin

Şîraz bû paytexta ciwanên islamê

Şîraza navenda parêzgeha Farsê li başûrê Îranê weke paytexta teze ya ciwanên islamê hat nasandinê.

Heyderelî Kamyab-Kelanterî birêvebirê giştî yê dayra werziş û ciwanan a parêzgeha Farsê li hevpeyivîna digel IRNA`yê ragihand: Zirûfên bajarê Şîrazê bi taybet li warê çandî û geştyariyê  bûn sbeeb ku ev bajara roja pêncşemiyê li civîna dawiyê ya sêyemîn civîna wezîrên cîhana islamê li Istenbola Tirkiyê wekî paytexta teze ya ciwanên islamê were nasandin.

Birêvebirê giştî yê dayra werziş û ciwanan a parêzgeha Farsê got: Amadebûna ciwanên welatên islamî li bajarê Şîrazê dê bibe sebeba berfirehbûna peywendiyên aborî û siyasî û geştyariyê di navbera van welatan da.

Sêyemîn civîna wezîrên werziş û ciwanan ên welatên islamî roja pêncşemiyê li bajarê Istenbola Tirkiyê bi amadebûna taxemekê ji Komara Îslamî ya Îranê hat birêxistin.

Mijarên têkildarî ciwanan û pêwsîtiya beşdariya wan li pêvajoya geşepêdana welatên endamê Saziya Hevkariya Îslamî ji mijarên girîng ên vê civînê bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu