ErebîstanMafên MirovanNûçeRojhilatanavinYemen

Xwenîşandana berfireh a gelê Yemenê li dijî cinayetên Erebistanê

Gelê Yemenê îro anku Pêncşemiyê bi nîşana nerazîtiya li hemberî destdirêjiya Erebistanê û piştgiriya ji şevanên xwe li meydanên şêrr, li nav kolanêîn paytexta vî welatî xwenîşandan bi rê xistin.

Li gorî rapora Al-Alemê, rûnuiştiyên Sena û gelê parêzgehên din ên Yemenê ku xwe gihandine paytextê, bi amadebpûna li nav kolan û meydanên bajêr xwenîşandan bi rê xistin.

Xwenîşanderan li halekî ku ala Yemenê girtibûn destê xwe li dijî siyasetên Erebistanê li navçeyê dirûşme bilind kirin.

Li vî halî firokeyên şêrr ên hevpeymaniya siûdî li halê firrîna li ser bajarê Senayê ne.

Li xwenîşandana îro ya Senayê gellek ji serok û şêxên qebîleyên yemenî jî amade ne û dewama cinayetên siûdî-amerîkî bi tundî şermezar kirin.

Kesayetiyên nasyar ên siyasî yên Yemenê jî tevî beşdariya li xwenîşandana dijî siûdiyan li Senayê li ser dewamam şêrr heta serêxwegirtina tam a azadî û serxwebûna Yemenê pêgirî kirin.

Jinên yemenî jî bi amadebûna xwe li vê xwenîşandanê, tevî şermezarkirina cinayetên Erebistanê, karwanek ji xwarek û alîkariyên xwe yên malî ji bo şandina bo bereyên şêrr amade kirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu