ErebîstanEwropaMafên MirovanNûçeRojhilatanavinYemen

Xwenîşandana çalakvanên aşitiyê yên Almanyayê li dijî firotina çekan bo Erebistanê

Çalakvanên aşaitiyê li Almanyayê bona protestokirina firotina çek û sîlehan bo Erebistanê û hebûna meqerên emerîkî li welatê xwe xwenîşandan birê xistin.

 Li gorî rapora televîzyona Ray Newsê ya Îtalyayê li vê xwenîşandanê ku roja şemiyê hevgavê cejna Qiyamê li Berlînê hat lidarxistin, çalakvanên aşitiyê daxwaza rawestandina firotina çek û sîlehan bo Rejîmên  serkutkir li Rojhilata  Navîn ji wan Erebistanê kirin.

 Beşdarên vê xwenîşandanê, qêrîna jiçekkirinê dewsa çekdarkirinê avêtin.

Almanya li kêleka Emerîkayê yek ji dabînkirên sereke yên çekan bo hevalbendiya siûdî li şerê Yemenê bûye ku li encama wê bi hezaran kesên sivîl li vî welatî hatine kuştin an birîndar bûne.

  Dewleta Almanyayê bin zext û zora raya giştî û çalakvanên aşitiyê, hin sînor bo firotina çek û sîlehan bo Erebistanê danîne lê li gorî raporan firotina çek û sîlehên almanî bo Erebistanê bi şêwazên curbicur  didome.

 Li vê xwenîşandanê ku bi daxûyaniya kanala hevkariya bo aşitiyê hat lidarxistinê, çalakvanên aşitiyê her wiha kiryarên rêxistina NATO`yê  li gurrkirina aloziya eskerî li Ewrûpa û navçên din ên cîhanê protesto kirin.

 Girêdana meqerên  emerîkî li Almanyayê û çareserkirina aloziyên vî welatî bi Rûsiyê ji xwestekên din ên xwenîşanderan bû.

 Beşdarên xwenîşandanê her wiha bi rakirina  alaya  Venzuelayê piştgirî dan dewleta qanûnî ya  vî welatî.

Başa dön tuşu