Welatiyên yemenî dijî dagîrkeriya Amerîkayê li welatê xwe xwenîşandaneke berfireh birê xistin.
Li gor rapora ajansa nûçan a El-Mesîreh, welatiyên yemenî duh îniyê bi rêxistina xwenîşandaneke berfireh li Senayê paytexta vî welatî, destdirêjiyên hevalbendiya dijî Yemenê bi serokatiya Erebistanê mehkûm kirin û ragihandin ku qet dagîrkeriya Amerîka qebûl nakin.
Xwenîşanderên Yemenî bilî ragihandina piştevaniya xwe ji dewleta Senayê bona sekinîna li hemberî destdirêjkerên erebistanî, dijî siyasetên zêdexwazî yên Erebistanê û Amerîkayê diroşm didan.
Pêştir tevgera Ensarullaha Yemenê li bara ketina hêzên eskerî yên amerîkî bo nav welatê xwe hişyarî dabûn.
li gorî rapora ajansa nûçan a Mesîrê, Hevçaxî gihêştina gemiya firokehilgir û 6 gemiyên şêr ên Amerîkayê bo başûra Yemenê, roja şemiyê jî 200 eskerên amerîkî hevrê digel erebe û amorên xwe yên şêrr gihêştine bajarê Benderî yê Mukelayê li başûra Yemenê.
Her wisa ragihandine ku 15 helîkopterên şêrr ji cûreya Apachie (Apaçî) û 5 helîkopterên şêrr ên Black Hawk ên artêşa Amerîkayê gihêştine pêgeha hewayî ya El-Endê li başûra Yemenê.
Hatiye ragihandin ku nîzikî 200 marînzên Amerîkayê jî şemiya bihûrî bi papora balafirhilgir a Rozvelt û şeş paporên şêr re xwe gihandine kendava Edenê û ji wir bi makîneyên xwe derbasî bajarê El Mekelayê li başşûra Yemenê bûne .
Herwisa piştî gihêştina van hêzên amerîkî bo nav axa Yemenê, balafirên barkêş ên Amerîka jî çek û sîlah ji bo van eskeran gihandine pêgeha El-Endê.
Ev liv û tevgera Amerîkayê li nav axa Yemenê bi mihana xebata dijî El-Qayidê li parêzgeha Hezermûtê ye.
Amerîka li halekî hêzên xwe yên eskerî birine nav axa Yemenê ku Erebistanê hema hîn jî dewamê dide destdirêjiyên xwe ser axa Yemenê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)