ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Qasimî: Îdiaya şandina mûşekan ji Îranê bo Iraqê pêkenî ye

Berdevkê Wezareta karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê îdiaya hilêxistî derbarê veguhestina mûşekên Balistîk ji Îranê bo Iraqê derew zanî û ew wek îdiayeka pûç, bêwate û pêkenî da zanîn.

Ajansa nûçeyan a Reutersê bi raporekê îdia kir ku Îranê ji bo komên iraqî mûşekên Balistîk şandine.

Li gorî rapora roja Şemiyê ya IRIB Newsê, Berdevkê Wezareta karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê, Behramê Qasimî her wiha got: Îdiaya hin navendên naskirî û hin mêdyayan bi navê veguehstina mûşekên îranî bo Iraqê, ji esasa va derew e û tenê bi armanca pêkanîna tirsê li ba welatên navçeyê û di dewama siyasetên pêkanîna tirsa ji Îranê hatiye hilêxistin.

Qasimî got: Ev cûre nûçe nûçeyin tam derew û pêkenî ne ku armancên ji billî bandordanîna li ser pêwendiyên deveyî yên Îranê bi taybet pêwendiyên bi cînaran ra tune.

Başa dön tuşu