ÎranNûçeRojhilatanavin

Deryadar Fedevî: “Berjewendiyên Amerîkayê li navçeyê ketine ber xeterê“

Fermandarê hêza deryayî ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî got: “Înqilaba Îslamî ya Îranê gel hişyar kirine û berjewendiyên Amerîkayê li navçeyê xistine ber xeterê“.

Li gorî salixdana IRNA`yê, Fermandarê hêza deryayî ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî, serdar deryadar pasdar Elî Fedevî roja pêncşemiyê li merasimekê li bajarê Meşhedê li bakurê rojhilata Îranê her wiha got: “Dijminan bi berxwegirtina şerê nerasterast digel Îranê dil hebûn di demeke kurt de hikûmeta qanûnî ya Sûriyê serûbinî bikin; Lê piştî çend salan û bi lêxistina ziyanên bverfire, têkçûna xwe li Sûriyê ji aliyê Îranê va dizanin“.

Fermandarê hêza deryayî ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî serketinên Îranê li navçeyê encama hewildan û têkoşîna leşker û têkoşerên îslamê da zanîn û destnîşan kir: “Dijminan di salên piştî serketina Înqilaba îslamî li nav Îranê li dijî înqilabê şerr kirin, lê niha ev şer veguheziye bi hezaran kîlomitran dûrtir ji sînoran ku ev yek nîşana hêza leşkerî ya Îranê ye“.

Fermandarê hêza deryayî ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî her wiha bal kişande ser serdema heştsalî ya şerê sepandî (ji aliyê Iraqê) dijî Îranê û got: “Egera vê yekê ku dijmin li dû vê yekê bûn ku vî şerî serketî  û têkçûyiya xwe tunebe ev e ku her goriyek ji Îran û Iraqê li ser xêra dijminan bû“.

Başa dön tuşu