EfrîqaNûçeRojhilatanavin

Xwenîşandana dijî Fransayê li paytexta Lîbiyê

Gelê Lîbiyê ku mîna nerazîyên li hemberî siyasetên abûrî yên dewleta Fransayê anku Tevgera Êlekzeran, Êlegên Zer li ber xwe kiribûn, li meydana sereke ya bajarê Trablosê kom bûn.

Kanala têlêvîziyonî ya France 24ê ragihand: Gel Lîbiyê roja Îniyê xwenîşandanek li dijî operasiyona leşkerî ya Jeneral Xelîfe Hefter Fermandarê Koma nasyar bi Artêşa Neteweyî ya Lîbiyê û piştevaniya leşkerî ya Fransayê ji wî li dar xistin.

Xwenîşandarekî got: Em zarên Trablosê ne û gellekên din jî ji seranserî Lîbiyê hatine vira da ku ji hikûmeta leşkerî û êrîşên Hefter ra bêjin NA.

Demek beriya niha kanala El Cezîreyê ragihand ku gemiyeke şêrr a Fransayê jibo hêzên nasyar bi Artêşa Neteweyî ya Lîbiyê ra çek û amûrên şêrr şandine.

Li gorî vê raporê, qayîqên tundrê ji vê gemiya şêrr a Fransî hin çek û alavên şêrr birine.

Başa dön tuşu