ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Zirûfên heyî divê jibo xurtkirina gihandina alîkariyê bo xelkê îzabûyî yê Helebê û pêkanîna rewşa ewleh bi xizmetên pêdivî jibo xelkê vê navçê bi mêhweriyeta dewleta Sûriyê besîc bibin

Elî Şemxanî  Sekreterê Konseya bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê roja yekşemê li hevdîtina Eleksander Lavrontîv şandiyê taybet  ê serokomarê Rûsyayê ku sefera Têhranê kiriye got : Azadkirina Helebê cardin siyasetên  rojava  û alîgirên wan ên navçeyî derheq pêkanîn û piştgiriya  ji terorîzmê û berevaniya giştalî ji endamên şikestxwarî yên tekfîrî danî ber qezaweta  raya giştî ya cîhanê.

Elî Şemxanî destnîşan kir medyayê rojava-erebî û îbrî ku nûçên nerast li bara  xisarên  însanî li Helebê diweşînin li bara pêwîstiya derxistina  birîndaran û kesên kal û pîr ku zêde ji sê salan li bajarokên Fûe û Kefriyayê li dorpêça terorîstan de ne raporekê naweşînin.

Sekreterê Konseya bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê ser pêwîstiya  garantiyên  pêdivî jibo dewama  agirbesê li Helebê û dûrkirina komên çekdar ji derdora vî bajarî tekez kir û got: Zirûfên heyî divê jibo xurtkirina gihandina alîkariyê bo xelkê îzabûyî yê Helebê û pêkanîna  rewşa ewleh bi xizmetên pêdivî jibo xelkê vê navçê bi mêhweriyeta dewleta Sûriyê besîc bibin.

Şemxanî herwiha azadkirina  bajarê Stratejîk a Heleba  Sûriyê encama  însiyatîva  Îran, Sûriyê û bereya  berxwedanê da zanîn.

Eleksander Laverêntîv şandiyê taybet ê serokomarê Rûsiyê jî li vê hevdîtinê  nihêrînên  welatê xwe jibo zêdekirina  hevdengiyên  eskerî, ewlehî , siyasî û meydanî li Sûriyê xistin rojevê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu