BehreynNûçeRojhilatanavin

Xwenîşandana gelê Behreynê li bereberê salroja Şoreşa vî welatî

Hevgavê nêzîkbûna salroja Şoreşa 14 Sibatê ya Behreynê gelê vî welatî li dijî Rejîma Alê Xelîfe xwenîşandan birêxistin.

 Li gorî rapora Fars Newsê  ciwanên  şoreşvan ên navçên curbicur ên Behreynê ji wan El-Neîm, El-Meamîr û Cizîre Sitre pêşnşemê şevê bi sloganan hevdiliya xwe tev şêx Îsa Qasim alimê pilebilind ê vî welatî û Mustefa Hemdan ciwanê ku vê dawiyê li encama êrişa hêzên Alê Xelîfe birîndar bûye, ragihandin.

Beşdarên vê xwenîşandanê ser berçavgirtina  xwîna  kuştiyan ji aliyê Rejîma Alê Xelîfe tekez kirin û ser dewama nerazîbûnan heya cihhatina  armancên xwe yên inqilabî sekinî.

Hêzên  Alê Xelîfe jî li dewama siyasetên serkutkirinê yên Rejîmê bi xwenîşanderan re ketin pevçûnê û ber bi wan gaza hêsirrêj reşandin.  Li gor nûçeyeke din ji Behreynê hevgavê nêzîkbûna  salroja  inqilba a 14 Sibatê, ciwanên vî welatî kempeynek ser navê Elî El-Weid pêk anîn. Hêzên şoreşvan herwiha ji gelê Behreynê dixwazin li xwenîşandana roja înê ya ser navê Cume Elî El-Weid bi nîşana emegdariya derheq kuştiyên welêt û amadetiya  jibo vejiyandina  salroja şoreşa vî welatî beşdar bibin.

Behreyn ji 14 Sibata sala 2011`an  bûye qada şoreşa gelnaî ya li dijî Rejîam Alê Xelîfe .

Gelê Behreynê daxwaza azadî, damezrandina  edalet û rakirina  duberekî û newekhevî û  bidesthilabûna  nizameke bijartî li welatê xwe dikin.

Rejîma Behreynê jibo  srkutkirina  nerazîbûnan hejmareke zêde ji rêberên  dijber girtin û bi vekirina hin dosiyan ji wan  zindanên demdirêjr şermezar kiriye.  (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu