Hevgavê nêzîkbûna salroja Şoreşa 14 Sibatê ya Behreynê gelê vî welatî li dijî Rejîma Alê Xelîfe xwenîşandan birêxistin.
Li gorî rapora Fars Newsê ciwanên şoreşvan ên navçên curbicur ên Behreynê ji wan El-Neîm, El-Meamîr û Cizîre Sitre pêşnşemê şevê bi sloganan hevdiliya xwe tev şêx Îsa Qasim alimê pilebilind ê vî welatî û Mustefa Hemdan ciwanê ku vê dawiyê li encama êrişa hêzên Alê Xelîfe birîndar bûye, ragihandin.
Beşdarên vê xwenîşandanê ser berçavgirtina xwîna kuştiyan ji aliyê Rejîma Alê Xelîfe tekez kirin û ser dewama nerazîbûnan heya cihhatina armancên xwe yên inqilabî sekinî.
Hêzên Alê Xelîfe jî li dewama siyasetên serkutkirinê yên Rejîmê bi xwenîşanderan re ketin pevçûnê û ber bi wan gaza hêsirrêj reşandin. Li gor nûçeyeke din ji Behreynê hevgavê nêzîkbûna salroja inqilba a 14 Sibatê, ciwanên vî welatî kempeynek ser navê Elî El-Weid pêk anîn. Hêzên şoreşvan herwiha ji gelê Behreynê dixwazin li xwenîşandana roja înê ya ser navê Cume Elî El-Weid bi nîşana emegdariya derheq kuştiyên welêt û amadetiya jibo vejiyandina salroja şoreşa vî welatî beşdar bibin.
Behreyn ji 14 Sibata sala 2011`an bûye qada şoreşa gelnaî ya li dijî Rejîam Alê Xelîfe .
Gelê Behreynê daxwaza azadî, damezrandina edalet û rakirina duberekî û newekhevî û bidesthilabûna nizameke bijartî li welatê xwe dikin.
Rejîma Behreynê jibo srkutkirina nerazîbûnan hejmareke zêde ji rêberên dijber girtin û bi vekirina hin dosiyan ji wan zindanên demdirêjr şermezar kiriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)