ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina serokê parlimana Iraqê ligel wezîrê karên derve yê Îranê

Mihemedcewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê roja şemîyê li hevdîtina ligel Selîm Cibûrî serokê meclisa Iraqê li bajarê Têhranê, tevî pesindayîna li bara istiqrara sîyasî ya li Iraqê pêkhatî, pêkutî kir ku hemî rêvebirên iraqî nemaze serokê parlimana vî welatî li vê pêvajoyê roleke berbiçav lîstin.

Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha got: Iraq di rêza pêşîn a têkoşîna li hemberî têrorîsm û tundrêtîyê da ye û Îran yê di her rewşekê da li rex dewlet û gelê Iraqê be.

Zerîfi bo gotina vîya ku hevkarîyên navçeyî divê bi pişkdarîya hemî welatan bin, da zanîn ku Îran bi dû pevçûn û rikeberîya saxlem li navçê nîne û birêxistina qeyran û gêreyan ji alîyê hin welatan va jî li dijî berjewendîyên hemî gelên navçê dizane.

Selîm Cibûrî serokê meclisa Iraqê jî li vê hevdîtinê qedrê Îranê ji ber piştgirîyên Têhranê ji gelê Iraqê di warê têkoşîna li dijî têrorîsmê da girt û got: Xetera herîgirîng a ser rêka tevayê navçê, xetera têrorîsmê ye û divê her kes bi yêketî û têkbirina têrorîstan aramîyê bizvirîne Iraqê û navçê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu