Gelê Behreynê, li dijî siyasetên Rejîma Alê Xelîfe li navça El-Meamîrê li rojhilata vî welatî xwenîşandan bi rê xistin.
Li gorî rapora IRIB News`ê, û ji zarê malpera nûçan a Mename postê, xwenîşandana gelê Behreynê li navça El-Meamîrê duh Yekşemiyê bi armanca raghandina emegdariya bo şehîdên vî welatî û hevgirtina bi zindaniyên li zindana Rejîma Alê Xelîfe hat lidarxistin.
Xwenîşanderên behreynî hin ala û plakard bilind kiribûn ku ser wan hatibû nivsîn: “Heya sernixûniya Rêjîma Alê Xelîfe em li kêlka we ne“.
Xwenîşanderên behreynî her wiha bi avêtina hin sloganan ser dewama xebatên tevgerên siyasî- inqilabî û heqê gelê Behreynê jibo kivşkirina çarenivîsa xwe teqez kirin“.
Behreyn ji 14ê Sibata 2011an ve şehedê serhilana gelanî li dijî Rejîma Alê Xelîfe ye. Nerazî daxwaza wêdeçûyîna Rejîam Alê Xelîfe û azadiya zindaniyên siyasî dikin.
Li encama nearamiyên Behreynê heya niha bi dehan kes hatine kuştin û bi hezaran kes jî birîndar bûne.
Rejîma Alê Xelîfe mafê welatîbûnê yê pirraniya neyar û çalakên siyasî îbtal kiriye an hewsên giran ji wan re biriye.