CîhanEwropaMafên MirovanNûçe

Xwenîşandana gelê Brîtanyayê li dijî Trump

Bi hezaran kes li paytexta Brîtanyayê li ber parlemana vî welatî xwenîşandan bi rê xistin û nerazîbûna xwe li hemberî sefera Donald Trump serokkomarê Emerîkayê bo Brîtanyayê ragihandin.

Xwenîşandana  duşemiyê şevê ya welatiyên  Brîtanyayê li Londonê li halekî hat lidarxistin ku nunerên  parlemana  vî welatî li halê hilkolandina  hevdîtina muhtemel a Trump tev Meleke Ilîzabitê bûn.

Li vê xwenîşandanê neraziyan hin slogan jî li dijî serokkomarê Emerîkayên avêtin.

Sefera Donald Trump serokkomarê Emerîkayê bo Brîtanyayê li halekî biryar e îsal ser deweta  Treza Mî srokwezîra vî welatî pêk were ku milyonek û 800 hezar kesî bi wajokirina tomarekê daxwaza betalkirina sefera Trump bo Londonê kirine.

Dewleta Brîtanyayê ku dixweze nav  YE derkeve  lê digere ku peywendiyên xwe bi Emerîkyê re xurt bike.

Li halekî ku  tenê mehek ser destpêbûna  dewra srokkomariya Donald Trump derbas dibe, siyasetên  tund ên wî bûne sedem ku nerazîbûnên  berfireh li welatên  curbicur ên cîhanê li nav  Emerîkayê li dijî Trump bê li dar xistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu