Xelkê Nîcêrê cardinê bi lidarxistina xwenîşandana bi aşitî li Ebûcayê, paytexta vî welatî, daxwaza azadkirina rêberê tevegra Îslamî ya Nîcêrê kirin.
Li gorî rapora roja îniyê ya Press TV`yê, xwenîşanderan li kolanên bajarê Ebûcayê, hin slogan ji bo piştgiriya ji şêx Îbrahîm Zekzakî rêberê tevgera Îslamî ya vî welatî û hejmarek ji peyriwên wî ku ketine hewsê, avêtin.
Xwenîşanderan li paytexta Nîcêrê cinayetên li dijî şêx Îbrahîm Zekzakî, malbata wî û hogirên wî protesto kirin û ser pîwstiya azadiya rêberê tevgera Îslamî ya vî welatî sekinîn.
Şêx Îbrahîm Zekzakî û hevjîna wî li encama êrişa 13 kanûna 2015` an ya eskerên Nîcêrê ser huseniyeyekê li bajarê Zaryayê li eyaleta Kadonayê li bakurê vî welatî hatin desteserkirin.
Dadgeha bilind a Nîcêrê hikmê azadiya şêx Zekzakî û hevjîna wî daye lê artêş û dewleta vî welatî tevî nexweşbûn û lawaziya fîzîka wî, vê hikmê cih naynin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)