ÎranNûçeRojhilatanavin

Larîcanî: Amerîka bi dû serdestbûna Israîlê li herêmê ye

Serokê Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê di hevdîtina digel serokê parlimana Iraqê de bi gotina vîya ku Amerîka bi dû cihanîna planekê ji bo serdestkirina Isrîalê li herêmê ye, pêgirî li ser pêwîstîya qahîmkirina peywendîyên Îran û Iraqê kir.

Li gorî rapora Ajansa Nûçan a Meclisê, Elî Larîcanî serokê Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê îro di hevdîtina digel Mihemed Helbûsî serokê Parlimana Iraqê ku li rex sêyemîn civîna Meclisên Welatên Endamê Yekitîya Aborî ya Ewrasyayê li Antalyaya Tirkîyê de pêk hat, bal kişand ser peywendîyên qahîm ên di navbera Îran û Iraqê de û got: “Hin welat bi dû sazkirina gêreyê di navbera Îran û Iraqê de ne lê, ew hîç wextekê ser nakevin”.

Larîcanî bi gotina vîya ku şirketên îranî dikarin di warên pêşe û cotkarîyê de bi Iraqê re hevkarîyê bikin û dîyar kir: “Komara Islamî ya Îranê amade ye di her dema pêwîst de di hemî waran de alî Iraqê bike”.

Serokê Parlimana Iraqê jî di vê hevdîtinê de ji ber pişkdarîya li şerê dijî têrorîsmê û jinavbirina DAIŞ`ê li Iraqê sipasîya Îranê kir û pêgirî li ser pêwîstîya qahîmkirina peywendîyên di navbera her du welatan de kir.

Helbûsî tevî şermezarkirina boykotên Amerîkayê yên dijî Îranê, pêgirî kir: “Iraq hewil dide bi rêya berfirekirina peywendîyên aborî yên digel Îranê, zexta ji ber boykotan kêm bike”.

Serokê Parlimana Iraqê herwiha bal kişand ser hewildana hin welatan ji bo birêxistina bêtifaqîyê li herêmê û got: “Niha divê dîplomasîya parlimanî di navbera Îran û Iraqê de were xurtkirinê û herwiha divê pêngavên berfire ji bo çareserkirina meseleyên li navçê bên rakirin”.

Sêyemîn Civîna Meclisên Welatên endamê Yekîtiya Ewrasyayê îro bi pişkdarîya serok û parlimantyerên 40 welatên ewropî û asyayî ji wan ên Îranê li şarê Antaliya yê Tirkîyê destpê bû.

Başa dön tuşu