Bi hezaran kes ji xelkê El-Hudeydeyê li Yemenê berêvara îniyê bi lidarxistina xwenîşandenekê li dijî destdirêjiya hevalbendiya emerîkî-siûdî ser vî bajarî protesto kirin û bêdengiya Rêxistian Neteweyên Yekbûyî li hemberî cinayetên Erebistan û hevpeymanên wê şermezar kirin.
Li gorî rapora malpera nûçan a El-Mesîrê ya Yemnenê, gelê Yemenê li vê xwenîşandanê, bi avêtina hin sloganan, destdirêjiya hevalebdniay Emerîkjayê ser vî welatî şermezar kir û ser pêwîstiya yekitî û rawestana li ber hewldanên destdirêjkiran ser Hudeydê sekinîn.
Beşdarên vê xwenîşandanê bi daxûyaniyekê, Eerîka, Erebistan, û Îmaratê berpirsê cinayet û dûhatên dorpêçkirina Yemenê dan zanîn.
Her wiha beşdarên xwenîşandanê daxwaza berpirsiyarbûn û piştgiriya ji geklê Hudeydê ji aliyê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî kirin.
Di daxûyaniya beşdarên li xwenîşandana îro ya Hudeydê de her wiha ser piştgiriya gelê Yemenê ji artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê li hember destdirêjkiran hatiye teqezekirin.
Hevalebndiya siûdî ji 13 Hezîrana ê ve êrişên berfireh ji bo dagirkirina bendera Hudeydê li rojava Yemenê destpê kiriye. Bendera Hudeydê riya herî sereke ya şandian alîkariyên mirovheziyê bo Yemenê ye.