CîhanEwropaNûçeRojhilatanavin

Xwenîşandana li Fransayê jibo piştevaniya ji gelê El Cezayîrê

Cezayîriyên rûniştiyê Fransayê bi lidarxistina xwenîşandanê li bajarê Bordoyê yê vî welatî ji gelê El Cezayîrê piştevanî kirin û daxwaza wêdadayîna dewleta Ebdulezîz Boteflîqeyê serokomarê vî welatî kirin.

Li gorî rapora Frans Pressê, Ev xwenîşandan roja Yekşemiyê li ser vexwendina Civata serbixwe ya Cezyîriyên rûniştiyê bajarê Bordoyê hat lidarxistin.

Xwenîşanderan alayên El Cezayîrê û hin parçenivîs girtibûn destê xwe ku li ser wan hatibû nivîsîn: “Êdî derewên we bêbandor in, tenha qareman Gel e”.

Ebdulezîz Boteflîqe Serokomarê Cezayîrê Duşemiya heftiya bihurî piştî çend hefteyan nerazîiya gelanî, bi hikmekê hilbijartina Serokomartiya vî welatî ku biryar bû roja 18ê Nîsana 2019an were lidarxistin, paşda avêt.

Li vî halî Boteflîqe ragihandiye ku êdî xwe jibo beşdariya li hilbijartina Serokomartiyê nake namzed.

Binerîn
Kapalı
Başa dön tuşu