FilistînLubnanNûçeRojhilatanavin

Xwenîşandana libnanîyan jibo piştgirîya ji filistînîyan û Qudsê

Welatîyên filistînî û libnanî yên niştecihê devera Buqa ya Libnanê bi xwenîşandaneke berfire jibo piştgirîya ji Qudsa şerîf, tepeserkirina filistînîyan ji hêla Rêjîma Sîyonîst ve şermezar kirin.

Li gorî rapora malpera Al Ahd a Libnanê, li vê xwenîşandanê ku li kempa Al Celîl li Beilbek li rojhilata devera Buqaê hat lidarxistinê, alîyên curbicur ên filistînî û alîyên islamî û netewî yên Libnanê jî têda pişkdar bûn.

Xwepêşanderên ku alayên Filisîtên rakirbûn û li ber nivîsgeha ajansa gîhandina alîkarîyê û peydakirina kar jibo awareyên filistînî ya NY (UNRWA) kom bibûn, amadebûna xwe jibo berevanîya ji Qudsa şerîf û mizgevta Eqsayê li hemberî êrişên Israyîlê ragihandin.

Mihemed Seîd yek ji berpirsên tevgera filistînî ya Fethê li Buqaê, li vê xwepêşandanê got: Quds û filistînî yê li hemberî dagirkerîya Israîlê ser bikevin.

Vî berpirsê tevgera Fethê herwiha got: Gelê Filistînê ti wexta li hemberî hewldanên Israîlê jibo parvekirina mizgevta Eqsayê ji hêla cî û demê va bêdeng nabe, ji ber ku ev rêjîma dixwaze bi parvekirina mizgevta Eqsayê li vê mizgevtê serdest bibe lê gelê Filistînê yê hemî omkanên xwe jibo parastina nirx û warên pîroz ên xwe bikar bînin.

Gêreyên li Filistîna dagirbûyî ji 14`ê Tîrmehê ve ji ber pevçûna di navbera eskerên Rêjîma Sîyonîst û filistînîyan de û bi dû girêdana derîyên mizgevta Eqsayê dijwar bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu