NûçeRojhilatanavinYemen

Xwenîşandana milyonî ya xelkê Yemenê li salvegera dudyan a destdirêjiya Erebistanê ser axa vî welatî

Hevçaxî salvegera dudyan a destdirêjiya Erebistanê ser axa Yemenê bi sedan hezar kes ji xelkê vî welatî, li Senayê xwenîşandanekî berfireh bi rê xistin.

Li gor’ rapora IRIB News`ê, Hevçaxî salvegera dudyan a destdirêjiya Erebistanê ser axa Yemenê û ser deweta Ebdulmelêk Bedredîn sekretirê Ensarullaha vî welatî bi sedan hezar kes ji xelkê vî welatî, li meydana Sebeyîn a Senayê xwenîşandanekî berfireh bi rê xistin û pê diroşmên cubicur bêzariya xwe ji Rejîma Alê Seûd nîşan dan û destdirêjiya Erebistanê ser axa Yemenê şermezar kirin.

Hatiye ragihandin ku li vê xwenîşandana dijî Erebistanê kesayetiyên wekî Salêh Semad serokê Konseya bilind a siyasî ya Yemenê, serokê yeketiya zanayan û kesayetiyên din ên vî welatî jî pişkdar bûn.

Şêx Şemsedîn Şerefedîn serokê yeketiya zanayên Yemenê jî ku pişkdariya vê xwenîşandana dijî Erebistanê kiribû, got: Pêwîst e hemû xelkê Yemenê yekîtî û hevgirtina xwe biparêzin û li hemberî destdirêjkeran rawestin.

Şeref Qelîsî wezîrê ewqaf û teblîqatê li hikûmeta rizgariya netewî ya Yemenê jî li vê xwenîşandanê got: Yemeniyan îro neyariya xwe tev şêr ragihandin û ne destê teslîmbûnê belkî destê aşitiyê dirêj kirin.

Şeref Qelîsî destnîşan kir: Gelê Yemenê, xelkekî azad e û her cure zorbêjî, koledarî, xeyanet û kirêgirtîbûnekê qet qebûl nake û li hemberî destdirêjkeran bi hêz û qawet radiweste.

Salêh Semad serokê Konseya bilind a siyasî ya Yemenê jî li koma xwenîşanderan got: Erebistan qet li siyasetên xwe wekî welatekî ereb nebûye, belkî hertim pê xencerê ji pişt va derbe li welatên erebî û xelkê ereb xistiye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu