NûçeRojhilatanavinYemen

Xwenîşandana neraziyan li Yemenê

خۆپێشاندانی ناڕازییانه‌ی یه‌مه‌نییه‌کان

Bi hezaran kes ji xelkê Yemenê li hemberî mudaxileyên Amerîka yên nav welatê xwe xwenîşandaneke berfireh birê xistin.

Li gor rapora ajansa El-Mesîre: Hezaran kes ji xelkê Yemenê duh îniyê li çend parêzgehên vî welatî dijî mudaxileyên Ameerîka û destdirêjiyên Erebistanê xwenîşandaneke berfireh bi rê xistin.

Xwenîşanderan bê dengiya Rêxistina Netewên Yekgirtî li hemberî cinayetên Erebistanê dijî gelê Yemenê şermezar kirin û piştevaniya xwe ji artêş û hêzên gelanî yên vî welatî diyar kirin.

Gelê Yemenê amadebûna xwe bona berevaniya ji şeref û serxwebûna welatê xwe ragihandin û kiryarên terorîstî dijî hevwelatiyên xwe li başûra vî welatî şermezrar kirin.

Serokê taxima Ensarullaha Yemenê li gotûbêjên aştiya vî welatî, Mihemed Evdilselam roja şemiyê, 28`ê Gulana 2016`an, tevî sistzanîna gotûbêjên aştiya Yemenê li Kuweytê her wiha got: Gotûbêj hema wisa li nuxteya sifir in.

Ji aliyê dinve Evdilselam tevî pêgiriya li ser viya ku emîrê Kuweytê bi hikmet û hişmendî li warê wêdadayîna qelaşên heyî ji bo girtina pêşiya rijandina zêdetir a gelê Yemenê xebitiye, xwest ku wêdadayîna dijwariyên xelêkê Yemenêî were lezandin û got ku rewşa mirovî ya Yemenê gelek diltezîn e û abora vî welatî ji hev hilweşiyaye û DAIŞ û El-Qaide li gelek deverên welêt bi desthilat bûne,.

Serokê taxima Ensarullaha Yemenê gotegota hebûna rojnamevanên zindanî yan zindaniyên siyasî li ba Ensarullahê derewand û amadetiya xwe ji bo danûstandina hîsîran berî meha rojîtiyê bi mercê kiryara beranber ragihand.

Evdilselêm li bara danîna çekan jî got: Demekê çek bo dewleta qanûnî tên raberkirin ku dewleta qanûnî ya Yemenê hebûna xwe ragihîne.

Serokê taxima Ensarullaha Yemenê destnîşan kir: Ensarullah li dijî parvekirina Yemenê ye û yekîtî û aramiya welêt wk bijareyek pêwsît ji bo bidestxistina dadwerane û giştalî ku bkare gişt pirsgirêkên Yemenê çareser bike, dizane.

هه‌زاران یه‌مه‌نی بۆ ده‌ربڕینی ناره‌زایه‌تی به‌ ده‌ست تێ وه‌ردانی ئه‌مریکا له‌ کاروباری ئه‌و وڵاته‌، خۆپێشاندانیان کرد.

به‌ پێی ڕاپۆری که‌ناڵی ئه‌لمه‌سیره‌، هه‌زاران یه‌مه‌نی ڕۆژی هه‌ینی له‌ چه‌ند پارێزگای ئه‌و وڵاته‌، به‌ سازدانی خۆپێشاندان و گردبوونه‌وه‌ی ناڕه‌زامه‌ندانه‌، جارێکی دیکه‌ ده‌ستێوه‌ردان و خۆوه‌ردانی ئه‌مریکاو درێژه‌ی ده‌سدرێژکارانه‌ی عه‌ره‌بستان بۆسه‌ر یه‌مه‌نیان شه‌رمه‌زار و ئیدانه‌ کرد.

خۆپێشانده‌ران وێڕای شه‌رمه‌زار کردنی بێ ده‌نگه‌ی ڕێکخراوی نه‌ته‌وه‌کان له‌هه‌مبه‌ر تاوانکارییه‌کانی عه‌ره‌بستان له‌ یه‌مه‌ن، داکۆکی خۆیان له‌ سوپاو هێزه‌ جه‌ماوه‌رییه‌کانی یه‌مه‌ن ڕاگه‌یاند.

خه‌ڵکی یه‌مه‌ن وێڕای ڕاگه‌یاندنی ئاماده‌یی به‌ته‌واوه‌تی بۆ شه‌ڕ له‌پێناو پاراستنی مه‌زنایه‌تی و که‌رامه‌ت و سه‌ربه‌خۆیی وڵاته‌که‌یان، هه‌وڵی تیرۆریستان به‌دژ شارومه‌ندانی یه‌مه‌نی له‌ باشووری ئه‌و وڵاته‌یان شه‌رمه‌زار کرد.

عه‌ره‌بستان به‌هاوپه‌یمانی ژمارێک وڵاتی عه‌ره‌بی ناوچه‌و به‌هاوکاری ئه‌مریکا له‌ مارسی2015وه‌، په‌لامارگه‌لێکی به‌ربڵاوی به‌دژ یه‌مه‌ن ده‌س پێ کردووه‌ هه‌تا عه‌بد ڕه‌ببه‌ مه‌نسوور هادی سه‌رۆک کۆماری له‌کارکشاوه‌و هه‌ڵاتووی ئه‌و وڵاته‌ بگه‌ڕێنێته‌وه‌ سه‌ر ده‌سه‌ڵات و پێش بگرێ به‌ به‌ده‌سه‌ڵات گه‌یشتنی شۆڕشگێڕانی یه‌مه‌نی که‌ ئاسایشی شاره‌کانی ئه‌و وڵاته‌ دابین ده‌که‌ن.

له‌ئاکامی ئه‌و په‌لامارانه‌، تائێستا هه‌زاران یه‌مه‌نی بۆ وێنه‌ به‌سه‌دان ژن ومنداڵ، کوژران ویان بریندار بوون و ده‌یان هه‌زار که‌سیش ئاواره‌ بوون و زیانی جیددی که‌وتووه‌ له‌ دامه‌زراوه‌ ژێرخانیی، ڕاژه‌کاری و ده‌رمانییه‌کانی ئه‌و وڵاته‌

(BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu