Xwenîşandana seranserî li Îranê jibo şermezarkirina cinayetên Alê siûd û Alê Xelîfe
Bi milyonan kes ji xelkê Îranê roja înê bi birêxistina xwenîşandana seranserî cinayetên Alê Siûd û Alê Xelîfe li dijî xelkê navçê şermezar kirin.
Li gorî rapora IRNA`yê, meş û rêpîvana xelkê Îranê jibo protestokirina tevkujiya bi hezaran tewafkirên îranî û neîranî yên Rejîma Alê siûd li heca par li Minayê serkutkirina hovane ya xelkê mezlûm ê Behreynê ji aliyê Rejîma Alê Xelîfê û piştgiriya ji rêberê şîeyên vî welatî şêx Îsa Qasim hat birêvebirin.
Xelkê Îranê li ev xwenîşandana seranserî rêz li bîranîna şehîdên karesata Minayê girtin û daxwaza pêkanîna komîteyeke şopandina rasitiyan jibo hilkolandina berûlayên karesata Minayê û şopandina mafên şehîdan û ragihandina riswatiya Alê Siûd li vê cinayeta diltezîn kirin.
Li vê meş û rêpîvanê hin daxûyanî hatin weşandin ku di wan de bo Rejîma Alê Siûd hişyarî hatiye dayîn ku ger berpirsiyariya kiryarên xwe li cinayeta Minayê qebûl neke û xwetêkiliyên xwe li welatên Îslamî necebirîne dê bi zûtirkê tûşî hêrsa înqilabî ya ciwanên welatên Îslamî bibin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)