BehreynNûçeRojhilatanavin

Xwenîşandana şevane ya li Behreynê, rojek mayî bo xwendina hikmê Şêx Îsa Qasim

Xelkê Behreynê îniyê bi şev ni lidarxistina xwenîşandanekê, bersiv dane vexwendina hevalbendiya ciwanên Înqilabê ya 14`ê Sibata Behreynê jibo daketina nav kolanan bona piştgiriya ji Şêx Îsa Qasim, ruhaniyê payebilind ê vî welatî.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Fars`ê, xelkê navçeyên Setre, Kerbabad û Şehrekana Behreynê şeva buhurî bi nîşana pişûtgiriya ji Şêx Îsa Qasim û dijayetiya bi mihakemeya wî ji aliyê Rejîma Alê Xelîfe, xwenîşandan li dar xistin. Leşkerên Rejîma Alê Xelîfe jî li berteka li hember bersiva berfireh a xelkê bo hevalbendiya Ciwanên Înqilaba 174`ê Sibata Behrêynê li piştgiriya ji Şêx Îsa Qasim, bi êrişa ser xwenîşanderan, ber bi wan ve gaza rondikhîner avêtin.

Dadgeh Behreynê biryar e ku sibê yekşemiyê hikmê Şêx Îsa Qasim bi tawan şuştina pere bixwûne.

Berî niha biryar bû roja 7`ê meha Gulanê ev hikma ji aliyê dadgeha Behrêynê ve were xwendin lê ji ber zexta raya giştî û hişyariya zana û alimên Behrêynê xwendina vê hikmê paşda ket.

Hevalbendiya Ciwanên Înqilaba 14`ê Sibata Behrêynê, xelkê vî welatî bi lidarxistina xwenîşandana berfireh a dijî siyasetên Rejîma Alê Xelîfe û piştgiriya ji Şêx Îsa Qasim, ruhaniyê payebilind ê behrêynî vexwendibû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu