BehreynNûçeRojhilatanavin

Xwenîşandana xelkê Behreynê dijî Rejîma Alê Xelîfe

Xelkê navçeyên curbicur ên Behreynê, duşemiyê şevê bi lidarxistina xwenîşandanekê bona nîşandana nerizamendiya li hember dewama kiryarên serkutker ên Rejîma Alê Xelîfe, hin dirûşm dijî desthilatdarên vî welatî qîriyan.

Li gorî rapora AL ALAM`ê, beşdarên li vê xwenîşandanê, herwiha li ser sekinandina pêvajoya serkutkirina inqilabiyan û alimên behreynî, têkçûna dorpêça leşkerî ya mala Şêx Îsa Qasim, melayê payebilind ê vî welatî û azadiya zîndaniyên siyasî yên Behreynê pêgîrî kirin.

Behreyn ji sala 2011`an ve heya niha, tûşî qeyrana nerizamandiyên giştî yên di encama siyasetên neasayî yên Rejîma alê Xelîfe hatiye û ev rejîma bêyî berçavgirtina mafên welatîbûnê û qanûnên navneteweyî, xelkê digire yan jî mafê welatîbûna welatiyên neyar îbtal dike.

Başa dön tuşu