Çavkaniyên filistînî li bara pevçûna li çend navça kêleka rojava ya çemê Urdinê û xwenîşandana li Qudsê ji bo şermezarkirina biryara Emerîkayê derheq bi fermî naskirina Qudsa Şerîf wek paytexta Rejîma Siyonîstî agahî dan. Îro şeşem îniya xezebê li Filistîna dagirbûyî bû.
Li gorî rapora televîayona El-Alamê, eskerên siyonîst deriyê Beyt Forîk li rojhilata Nablusê girêdan û li gundê Refîdyayê li rojava vî bajarî hin pevçûn derketin ku li encama wê filistîniyek birîndar bû û dagirkirên siyonîst jî kampa El- Irûbê û derbasgeha navça Seîrê li El-Xelîlê li başûrê kêleka rojava çemê Urdinê girêdan.
Xelkê Beyt Lehmê jî piştî lidarxistina nimêja îniyê bona protstokirina biryara serokkomarê Emerîkayê li bifermîanskirina Qudsê wek paytexta Îsarîlê xwenîşandan birêxistin ku rastî êrişa eskerên siyonîst hatin.
El-Alamê ji zarê çavkaniyên Filistînê li bara girtina sê ciwanên filistînî ji aliyê Rejîma Siyonîstî li pevçûnên derbasgeha bakurî ya bajarê Beyt Lehmê li kêleka rojava ya çemê Urdinê agahî da.
Li gorî rapora kanala televîayoan El-Alamê, bi hezaran kes jî roja îniyê meytê şehîd Iraq Borîn li başûrê Nablosê oxir kirin û hevgav bajaroknişînan êriş kirin ser malên filistîniyan li vî gundî.
Erdên curbicure filistînî ji 6 kanûna 2017`an bona protsokirina biryara Donald Trump serokkomarê Emerîkayê derheq ragahndina Qudsê wek paytexta Rejîma Siyonîstî bûye meydana pevçûnên giran navbera eskerên siyonîst û filistîniyan. Li encama van pevçûnan heya niah 21 filistînî şehîd bûn û bi hezaran kes birîndar bûne. Li gorî van raporan, zêde ji 500 filistînî jî ji dema biryara Trump li dijî Qudsê hatine girtin.