Hejmarek ji xelkê Telavîvê bona protestokirina qanûna teqawûtbûnê ya Îsraîlê, nêzîkî cihê jiyana Benyamîn Netanyahû, serokwezîrê Rejîma Siyonîstî li Qudsa dagirbûyî xwenîşandan bi rê xistin.
Li gorî rapora ISNA`yê, kanala heftan a Rejîma Siyonîstî roja înê raghand ku xwenîşandana xelkê Telavîvê li Qudsa dagirbûyî, bû sedema rawestana hat û çûyîna li kolanên edrdora cihê jiyan a Nêtanyahû û eskerên siyonîst li navçê bi cih bûn.
Hejmarek ji rêxistinên nedewletî bona zêdekirina mafê teqawûtbûnê, hin nerazîbûn bi rê xistin û xwenîşanderan riyên derdora meqera serokwezîriyê girêdan. Her wiha hin xwenîşandan li Quds û Heyfayê hat lidarxistin.
Parlemana Rejîma Siyonîstî, Kenest hin xalên reşnivîsa qanûan zêdekirina mafê teqawutbûnê qebûl nekiriye û ev mesela bûey sedema nerazîtiya xelkê erdên dagirbûyî.
Pêştir jî bi hezaran kes ji xelkê Filistîna dagibûyî li Telavîvê bona protestokirina gendeliya aborî ya Binyamîn Netanyahû û malbata wî xwenîaşndan bi rê xistin.
Netanyahû li mehên buhurî bi caran têkildarî dosiyên curbicure aborî ket ber jêpirsiyê.