Xwenîşandana Xezebê li kêleka rojava, Gaza, Lubnan û Urdinê
Filistîniyên kêleka rojava ya çemê Urdinê û zîvala Gazayê û gelê welatên Urdin û Lubnanê jibo protestokirina biryara Emerîkayê jibo ragahndina Qudsê weke pûaytexta rejîma qelp a siyonîstî xwenîşandan bi rê xistin.
Li gorî rapora Fars Newsê, çarşemiyê şevê piştî axiftina Donald Trump serokkomarê Emerîkayê derheq bifermîanskirina Qudsê wek paytexta Rejîma Siyonîstî, filitsîniyên kêleka rojava ya çemê Urdinê û Zîvala Gazayê bi lidarxistina xwenîşandanê hêrsbûna xwe ji ber kiryara Emerîkayê derheq bifermî naskirina Qudsê wek paytexta Rejîma Siyonîstî û destpêkirina kiryara guhestina balyozxana xwe bo vî bajarî nîşan dan.
Bi hezaran kes ji filistîniyên rûniştiyê zîvala Gazayê jî bi beşdariya li xwenîşandana li dijî Trump, dijberiya xwe li hember biryara serokkomarê Emerîkayê raghandin.
Komên karê neteweyî û Îslamî yên Filistînê jî bona dijberiya li hember biryara Trump, îro weke roja gireva seranserî li hemî erdên filistînî ragahndin.
Komên hanê ji gişt xelkê Filistînê xwestin ku bila beşdarê xwenîşandana şermezarkirina kiryara Trump bibin.
Çirayên sehnên mizgevta Eqsayê jî hevgav bi ragihadina biryara Trump li dijî Qudsê û jibo protestokirina vê biryarê çarşemiyê şevê hat vemirandin.
Donald Trump serokkomarê Emerîkayê çarşemiyê şevê tevî dijberiyên berfireh ên navçeyî û cîhanî ragahndin. Emerîka Qudsê wek paytexta Îsraîlê bi fermî nas dike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)