ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Gotûbêja Ruhanî û Ebadî li bara rewşa navçê

Serokkomarê Îranê û serokwezîrê Iraqê bi riya telifûnî li bara rewşa navçê û bitaybet bernamên dewleta Iraqê bona dabînkirina ewlehiyê û sekinîna li hemberî terorîzmê gotûbêj kirin.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA’yê, Hesen Ruhanîserokkomarê Îranê li gotûbêja xwe ya duh çarşemê tev Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê ragihand ku xebata dijî grûpên terorîstî yên wekî wezîfe û pêispartiya dewletên navçê û cîhanê ye û li vê prosê da Îran li kêlega gel û dewleta Iraqê ye û her alîkariyekî pêwîst dide Iraqê.

Ruhanî bilî diyarkirina kêyfxweşiya dewlet û gelê Iraqê li hemberî serketinên vê dûmahîkê yên dewlet û gelê Iraqê li hemberî terorîstan li bajarên bakûrî yên vî welatî got: Komara islamî ya Îranê ewlehiya Iraqê wekî ewlehiya xwe dizane û bona isteqrara ewlehiyê li nav Iraqê hemû hêza xwe dê bikar bigre.Ruhanî bal kişande ser viya ku pêwîste birek ji welatan dest ji diroşma dijî terorîzmê berdin got: Mixabin birek ji welatan li halê ku diroşma sekinîna li hemberî terorîstan didin, hem alîkariyên çek û sîlahî didin terorîstan û hem jî nifta qqaçaxe terorîstan dikirin ku eva dibe sebeb terorîst ji nezera abûrî dewlemend bin.Ebadî jî li vê gortûbêja telifûnî, terorîstên DAIŞ’ê wekî gefekî navçeyî û cîhanî daye zanîn û got: Gel û dewleta Iraqê rêz û hurmeta alîkariyên Îranê li şerê dijî terorîstan digirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu