CîhanEwropaNûçe

Xwepêşedanên li dijî Trump li Atînayê jî rû da

Piştî ku Serokê 45emîn ê Amerîkayê Donald Trump duh sond xwar û dest bi peywirê kir, li hemû cîhanê xwepêşendan hatin lidarxistin. Xwepêşendanên li dijî Trump li Atînayê de hatin lidarxistin.

Li Atîna ya paytexta Yûnanîstanê komên dijberî faşîzmê, penaber û jinên ku welatiyên Amerîkayê jî di nav de ne, ji bo rexnekirina Serokê Amerîkayê Donald Trump li çar aliyên cîhanê ‘Meşa Jinan’ xwepêşandan lidarxistin.

Komên ku li Qada Sintagmayê li hev civiyan ‘Ji bo her Amerîkayî mafên wekhev’, ‘Em îro sibe diguherînin’ û ‘Destên xwe ji jinan vekişînin’ ber bi Balyozxaneya Amerîkayê meşiyan.

Hat ragihandin ku hinek jinên penaber jî dirûşmeyên “Sînoran vekin” û “Na ji cudakirinê re” berz kirin û hat diyarkirin ku li bajarên din ên girîng jî xwepêşedan hatin lidarxistin û bi dawî bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu