CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Xweşrû: Emerîka berpirsê kiryarên terorîstî yên Munafiqan e

Nûnerê dayimî yê Komara Îslamî ya Îranê li Rxistina Neteweyên Yekbûyî bi şandina namayekê bo Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî daxwaza rawestandina siyasetên Emerîkayê yên piştgiriya ji koma terorîst a Minafiqan kir û destnîşan kir: Berpirsiyariya navneteweyî ya sûçên terorîstî yên vê komê, ser milê dewleta Emerîkayê ye.

 Li gorî rapora siba roja  sêşemiyê ya IRNA`yê, li nama  Qualmelî Xweşrû hatiye destnîşankirinê ku Komara Îslamî ya Îranê bi tundî kiryarên  neqanûnî yên dewleta  Emerîkayê li dijî gelê Îranê ji wan piştgirî û dabînkirina  aborî ya koma terorîst a Munafiqan şermezar dike û ewê binpêkirina mafên navneteweyî, armanc û prensîpên manîfesta  Rêxistina Neteweyên Yekbûyî û her wiha  qanûnên navneteweyî yên rawestana li ber terorîzmê bi taybet berpirsiyariyên navneteweyî yên dewleta Emerîkayê ji bo girtina  pêşiyê, mehkemekirin û cizakirina sûçên  terorîstî dizane.

Nûnerê dayim ê Komara Îslamî ya Îranê li NY li vê nameyê bal kişand ser derketina  navê koma Munafiqan ji lîsteya komên  têrorîst a Emerîkayê li sala 2012`an  û got: Ev kiryara  Waşengtonê, tenê nîşana  pîvana  dualî û bijarte ya dewleta Emerîkayê di warê rawestana li ber terorîzmê da ye.

Xweşrû her wiha  bala xwe da ser beşdariya hin kesayetiyên siyasî û hevkarên  dewleta Emerîkayê ji wan Rûdî Cûlyanî, parêzêerê kesane û Niyot Gîngerîç, şêwirmendê Donald Trump serokkomarê vî welatî li civîna  30`yê Hezîranê ya Koma terorîst a Munfiqan li Parîsê û got: Kesên hanê li tawanên  pûç û  gotinên  derew li dijî Komara  Îslamî ya Îranê beşdarî hebûne.

Xweşrû her wiha destnîşan kir ku koma terorîst a Munafiqan berpirsê terora zêde ji 17 hezar îraniyan ji wan parlimanter, rayedarên  pilebilind  ên dewletî û eskerî, welatiyên  sivîl ên bê guneh û her wiha welatiyên biyanî ye ku bi caran ji aliyê endamên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî û saziyên serbixwe ve hatine qeydkirin.

Başa dön tuşu