NûçeRojhilatanavinYemen

Xwesteka Amerîka li nav gotûbêja aliyên yemenî ret bû

Ensarullaha Yemen daxwaza Amerîka ji bo gotûbêjê ret kir.

Li gor rapora ajansa Seide Press’ê, ya Yemenê, Taxima Ensarullaha Yemenê ku li Kuwêyîtê ye daxwaza Amerîka ji ber ketina hêzên taybete eskerî yên Amerîka bo nav parêzgehên başûrî yên Yemenê ret kir. Ensarullaha Yemenê ragihand ku ketina hêzên eskerî yên Amerîka bo nav axa Yemenê, dagîrkerî ye û pêwîste ku ev hêzên eskerî ji nav axa Yemenê bêne derxistin.Li vî halî da Nûnerê kongera gelanî ya Yemenê daxwaza baylozê Erebistanê li vî welatî bona hevdîtinê ret kir û hegera viya jî dewama destdirêjiya Erebistanê ser axa Yemenê daye zanîn.Her çend ku Amerîka nûnerekî xwe şandiye Yemenê û radigehîne ku hedefa vê şandinê jî alîkariya bi dewama gotûbêjên aşitiyê ye lê gelê Yemenê vê yekê wekî xwetêkeliya nav karûbarên Yemenê dizane.

(BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu