ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Malikî: Bi alikariya Qasim Silêmanî û aliyekî YNKê em ketin Kerkûkê

Cîgirê Serokomarê Iraqê Nûrî El Malikî diyar kir ku ew bi saya rêkeftina Qasim Silêmanî û baskekî YNKê di operasyona li dijî Kerkûkê de bi ser ketine.

Nûrî El Malikî radigihîne ku wan bi saya serê serokê Heşdî Şeibî Qasim Silêmanî û hevkariya YNKê karibûne operasyonekê li ser Kerkûkê pêk bînin û encamekê bistînin.

Cîgirê Serokomarê Iraqê Nûrî El Malikî di qenaleke telewizyonê ya Iraqê de eşkere kir ku: “Ger ne ji hevpeymanên di navbera Qasim Silêmanî, Îranê û aliyekî YNKê de bûya, em qet nikarîbûn derbasî nava xaka Kerkûkê bibûna. Peywendiyên navbera YNKê û Îranê xwediyÊ dîrokeke siyasî û aborî ne. Ger ev nebûya me ev encam bidest nedixist. Ger ne ji Qasim Silêmanî bûya, encam jî wiha nedibû.”

Nûrî el Malikî di axaftina xwe de got: “Bi xêra wî û hevkariya YNKê me karîbû di operasyona Kerkûkê de encamekê bistenda.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu