FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, pejirandina qanûna çêkirina bajarokên nû yên siyonîstan li nav axa dagîrbûyî ya filistîniyan ji aliyê parlemana Rejîma Siyonîst va mehkûm kir

Behram Qasimî pejirandina qanûna çêkirina bajarokên nû yên siyonîstan li nav axa dagîrbûyî ya filistîniyan ji aliyê parlemana Rejîma Siyonîst va mehkûm kir û ev qanûna dijî qayde û qirarên navnetewî da zanîn.

Qasimî ji civata navnetewî û wîjdanên hişyar xwest li hemberî vê zêdexwazî û van aloziyên ku Rejîma Siyonîst çê dike bisekinin.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê bal kişande ser viya ku çêkirina bajarokan ji aliyê Rejîma Siyonîst ve sebeba sereke ya bêewlehîtiya navçê ye û destnîşan kir; Ev cure siyasetane dijî heqê gelê Filistînê yê dabînbûna ewlehiya gelê Filistînê ne.

Behram Qasimî herwisa ji civata navnetewî xwest piştevaniya xwestekên qanûnî yên gelê Filistînê bikin ji bo qahîmbûna cî û mewqiya filistîniyan li nav civata cîhanî û bona girtina pêşiya siyasetên zêdexwazane yên Rejîma Siyonîst pêngavên piratîkî û lezgîn hilînin.

Parlemana Rejîma Siyonîst duh duşemê pêşniyarqanûna zeftkirina erdên filistîniyan û qanûnîbûna dewama çêkirina bajarokan li erdên dagîrbûyî yê filistîniyan pejirand. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu