Yanzdemîn dewra Muzakirên Astanê wê di 28`ê Mijdarê da were lidarxistinê

Wezîrê Karên Derve yê Qazaqistanê bal kişand ser dewra nû ya Muzakirên Astanê di çarçova çareserkirina sîyasî ya qeyrana Sûrîyê da û got: Tirkîye, Rûsîye û Îranê derbarê lidarxistina yanzdemîn dewra Civîna Astanê derbarê Sûrîyê di rojên 28 û 29`ê Mijdarê li Qazaqistanê da li hev kirin.
Li gorî rapora Ajansa Nûçan a Anadoluyê, Wezîrê Karên Derve yê Qazaqistanê, Gayret Evdilrehmanov got: Wek dewrên berê dê nunerên Îran, Tirkîye û Rûsîyê wekî welatên garantorê agirbesê li Sûrîyê di vê civînê da pişkdar bibin. Herwiha hin desteyên hikûmeta Sûrîyê û neyarên Şamê jî dê vê dewra civînan de pişkdar bibin Herwiha Urdin û NY jî teylîfnamên fermî ji bo pişkdarîya di vê civînê wergirtine.
Şayanî gotinê ye ku yekemîn civîna Astanê bi pişkdarîya desteyên Tirkîye, Îran, Rûsîye, Amerîka û Sûrîye, neyarên sûrî û NY bi merema peydakirina rêçareya sîyasî ji bo kutakirina şerê li Sûrîyê di Çilleya sala 2017`ê da hatibû lidarxistinê.