AborîEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

YE: Em girêdayî rêkeftina atomî ya li gel Îranê ne

Yekîtiya Ewropa peyameke zelal derbarê rêkeftina atomî ya li gel Îranê ji Amerîka re şand.

Berpirsa siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini di daxuyaniyekê de tekez kir, ku ti çareyeke alternatîf ji rêkevtina atomî re, ya ku li gel Îranê hatiye kirin, tine ye û got: Gotara wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo nedaye xuyakirin, gelo çawa ewê aramiya navçeyê ji belavbûna çekên atomî biparêze, gava em ji rêkevtina atomî dûrkevin û çawa emê karibin bi awayekî erênî bandorê li ser reftarên Îranê bikin.

Mogherini got: Yekîtiya Ewropayê pêbendî rêkevtina atomî ye, ji ber ku heya niha Îran jê pêbendiya xwe bi wê rêkeftinê tekez kiriye.

Daxuyaniya Mogherini weke bersivekê ye, li ser wan mercên nû yên ku wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo, ji bo rêxistina rêkkeftineke nû li gel Îranê belav kiribû.

Başa dön tuşu