ErebîstanMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

YE îdamên dirindane li Erebistanê şermezar kir

Yekitiya Ewropayê (YE) duh bi weşandina daxuyaniyekê kiryara dirindane û hovane ya rejîma Siûdî li serjêkirina 37 kesn li vî welatî şermezar kir.

Ajansa Fars Newsê ragihand ku YE di daxuyaniya xwe de ev kiryara dirindane û hovane ya rejîma Siûdî wek siyaseteke qirêj û negatîv li Erebistanê da zanîn.

Di vê çarçovê de Komîserê Bilind ê Mafê Mirovan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) jî duh serjêkirina 37 kesn bi fermana Rejîma Siûdî şermezar kir.

Herwiha Rêxistina Efûya Navneteweyî jî duh îdama komî li Erebistanê şermezar kir û diyar kir ku ev kiryara nîşan dide jiyana însanan li Erebistanê ji bo rejîma vî welatî ti qedr û qîmeteke xwe tine û ev rejîma îdam ji bo jinavbirina dijberin xwe kiriye amûreke qirêj.

Rejîma Siûdî roja sê şemê 37 welatiyên Erebistanê ku 33 kes ji wan şîeyên vî welatî bûn bi tometbariya kiryarên terorîstî bi awayekî dirindane serjê kirin.

Başa dön tuşu