NûçeRojhilatanavinYemen

Amerîkayê 20 helîkopterên şerî şandin başûra Yemenê

Bingehên yemenî ragihandin ku 15 helîkopterên şerî yên Apachie (Apaçî) û 5 helîkopterên şerî yên Black Hawk yên artêşa Amerîka gihêştine pêgeha hewayî ya El-End li başûra Yemenê.

Li gor rapora ajansa Tesnîmê, Bingehên yemenî ragihandin ku 15 helîkopterên şerî yên Apachie û 5 helîkopterên şerî yên Black Hawk yên artêşa Amerîka duh îniyê gihêştine pêgeha hewayî ya El-End li başûra Yemenê.

Hatiye ragihandin ku nîzikî 100 eskerên pispor ên Amerîka bi van helîkopterên şerî xwe gihandine başûra Yemenê.

Herwisa bingehên yemenî ragihandin ku piştî gihêştina van hêzên amerîkî bo nav axa Yemenê, Balafirên helîkopterên barkêş ên Amerîka jî çek û sîlah ji bo van eskeran gihandine pêgeha El-Endê.

Ev liv û tevgera Amerîka li nav axa Yemenê bi mihana xebata dijî El-Qaidê li parêzgeha Hezermûtê ye.

Amerîka li halekê hêzên xwe yên eskerî birine nav axa Yemenê ku Erebistanê hema hîn jî dewamê dide destdirêjiyên xwe ser axa Yemenê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu