Serdar Serleşker Yehya Rehîm Sefewî li gotinên xwe yên çarşemê şev li Bûşêhrê bal kişande ser viya ku tu qawetek nikare li hemberî Îranê raweste û destnîşan kir: Dengê Ellah-u-Ekber ji aliyê cewanên misilman ên Filistîn, Iraq, Sûriye, Lubnan û Yemenê ji ber viya ye ku dengê cewanên îranî ji xwe re kirine mînak û gelên navçê ji gelê Îranê dersa cîhada li riya Xwedê hîn bûne.
Wî destnîşan kir: Xwîna şehîdên Îrana islamî mekteb û bereya berxwedanê pêk anî û welatên ku li şerê dijî terorîstan in bi hînbûna dersê ji mêrxasiya cewanên îranî li kêleka artêşa xwe karîn Iraq û Sûriyê azad bikin.