CîhanEfrîqaNûçeRojhilatanavin

Tunisê pêşniyara NATOyê red kir

Wezîrê Parastin ê Tunisê Ebdulkerim ez-Zubeydi di axaftina xwe de ragihand ku me pêşniyara NATOyê ku navendeke operasyona leşkerî veke û beramberî wê 30 milyon euro bexş bide qebûl nekir.

Ebdulkerim ez-Zubeydi di berdewamiya axaftina xwe de got: “Xebatên navenda operasyonên leşkerî ya hevpar didomin. Bi vê projeyê em hedef dikin ku di tekoşîna dijterorê de em fermandariyên bejayî, hewa û deryayî ava bikin.”

Ez-Zubeydi di dirêjiya axaftina xwe de got: “Tunisê bi şertê ku ti saziyeke leşkerî yên biyanî di navendê de cih negrin me ev bexşa NATOyê qebûl kir. Herêmên rojava (Cezayir) û rojhilat (Libya) ên welatê me hê jî di bin tehdîda terorê de ye.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu