İslami Davet Kurdi Bange İslami

Yekem balafira Airbus a ku Îranê kirîye giheşte Têhranê

Ferhad Perweriş rêvebirê şîrketa Îran Air`ê got ku balafira Airbus A321 a ku duh li Fransê radestî şîrketa balafirên Îranê (HOMA) hat kirinê, îro giheşte balafirgeha Mêhrabadê ta ku tevlî balafirên veguhestina rêwîyan bibe.

Rêvebirê şîrketa balafirên Îranê Îran Air`ê bi gotina vîya ku ev balafira 195 rêwîyan hildigire û jibo seferên navxweyî ye, pêkutî kir: Heta dawîya îsal yê çend balafirên din Air Bas`ê jî tevlî balafirên şîrketa balafirên Îranê bibin.

Fabîyos Birêjîr rêvebir şîrketa balafiran a Air Bus`ê jî bi yekemîn balafira Air Bus a ku Îranê kirrîye ra hatîye Têhranê.

Rêvebirê şîrketa Airbus`ê duh li merasima radestkirina balafira Airbus`ê bo Îranê ragihand ku bi radestkirina vê balafirê hevkarîyên Îranê û Airbus`ê bi fermî destpê bû.

Şîrketên balafirên Îranê bi dû cihanîna rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê ji Çileya 2016`an va, muzakireyên rasterast bi şîrketên sazkirina balafiran ra destpê kirin, bi awayekî ku dawîya îsal bi dû serdana serokê Komara Islamî ya Îranê bo Fransayê, belgeya pêşkirrîna zêde ji 100 balafiran di navbera şîrketa Airbus û şîrketa balafiran a Komara Islamî ya Îranê da li Parîsê hat wajokirinê.

Şîrketa balafiran a Îranê peymana kirrîna 80 balafiran ligel şîrketa Boîngê jî wajo kirîye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version