CîhanEwropaNûçe

Helîkoptereke leşkerî ya Almanyayê li bakurê Malî kete xwarê

Helîkoptereke leşkerî ya Almanyayê li bakurê welatê Malî yê kete xwarê.

Li gorî ragihandina Almanyayê, helîkopetereke leşkerî ya Artêşa Almanyayê ya ji cureya Tîgerê, ku di çaçroveya hêzên ser bi Netewên Yekbûyî ve li welatê Malî peywirê dike, li bakurê welatê ku yek ji welatên rojavayê Afrîqayê ketiye.

Herwiha ragihandina Almanyayê da zanîn ku, ew di helîkopterê de du pîlot hebûne. Derbarê rewşa pîlotan de ti zanayrî nînin.

Derbarê sedema ketina helîkoptera leşkerî ya Almanyayê de jî hêj ti zanyarî nehatine belavkirin.

Di çaçroveya hêzên aştîparêz ên Netewên Yekbûyî de, hejmarek leşkerên Almanyayê jî li welatê Maliyê di erk de ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu